Li Hewlêrê 9 nexwesên din ên koronayê bas bûn
PeyamaKurd - Rêveberê giştî ya tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed Fetah Celal ragihand ku 9 nexweşên din ên bi vîrusa koronayê ketibûn baş bûne û hejmara giştî kesên baş bûne gihîştiye 134 kesan li Hewlêrê.
Daxuyaniya rêveberiya tenduristiya Hewlêrê:
Hemwelatiyên xoştevî yên bajarê Hewlêrê em ji we re radigehînin ku 9 nexwaşên berketiyên vîrusa korona Covîd – 19ê piştî vergirtina çareseriya bijîşkî, bi temamî baş bûne û rewşa tenduristiya wan jî bi temamî başe. Herwaha test û kontrolên wan yek li dû yek hatine kirin ku hemû jî negatif derketin û biryar hate dayîn ji mal re bên şandin.
- Hejmara giştî ya kesên ji vîrusa korona xilas bûne û başbûne 134
- Em spasiyê dikin ji ber pêbendbûna bi rênmayiyên xweparastinê, bicîhanîna rênmayiyan misogeriya derbas kirina wê şewba cîhanî ye.
- Em spasiyê bo hemû bijîşk û karmendên tenduristiyê û temamê hêzên navxwe dikin ji ber westandina wan, ku parastina tenduristiya hemwelatiyan dikin.
Dr. Dilovan Mihemed Fetah Celal
Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê.
20.04.2020

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin