Li Hewlêrê rewsa 50 nexwesên vîrusa Koronayê xedar e
PeyamaKurd – Li nexweşxaneya Îmarat ya Hewlêrê, rewşa 55 pêketiyên Koronayê giran e.
Li gor Rêvebirê Nexweşxaneya Îmarat ya taybet bi Koronayê Dr. Şaxwan Xeylanî ragihand, niha rewşa tendirustiya 55 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya wan giran e û di dibin çavdêriyê bijîşkî de ne.
Dr. Şaxwan Xeylanî destnîşan kir, piraniya kesên serdana nexweşxaneyan dikin, nîşanên nexweşiyê yên giran li wan hene û pêwîstiya wan bi oksîjenê û çavdêriya hûrbînî heye.
Herwiha got jî, ‘‘Niha nikarin nexweşên din li nexweşxaneya xwe werbigirin, bi hêvî ne hin nexweşan vegerînin tenduristiya wan û vegerînin malê, da ku bikarin hejmareke din a pêketiyên giran werbigirin.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 16 hezar û 497 kes bi Koronayê ketine, 623 kesan can dane û 10 hezar pêketî jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin