Li Hewlêr û Kerkûkê ji ber brûskê agir bi zeviyan ket

10 hezîran 2024 16:20
Li Hewlêr û Kerkûkê ji ber brûskê agir bi zeviyan ket

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, li derdora paytext Hewlêr û Kerkûkê ji ber brûskê agir bi zeviyan ket.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Şexwan Caf ragihand ku şeva borî ji ber lêdana brûskê ya axê agir bi hin deverên derdora Hewlêr û Kerkûkê ketiye.

Berdevk da zanîn ku agirê ji ber birûskê bi çend deverên Hewlêrê ketiye piranî hatiye tefandin, lê belê beşek jê heta niha jî nehatiye tefandin.

Şexwan Caf da zanîn ku deverên Hewlêrê yên ku agir lê derketiye deverên wek Gird Cotyar, Rêya Pîrmamê, Gundê Gird Mela, Daratû û hin deverên din in û li piraniya van deveran agir hatiye tefandin.

Şexwan Caf da zanîn ku agirê li ser rêya Kerkûkê, Qupa Qiran û Benislawayê derketiye, heta niha nehatiye tefandin, lê belê tîmên agirkuj ji bo tefandina agirê li van deveran xebatên xwe dimeşînin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî her wiha ragihandin ku di demeke nêzîk de ew ê sedema derketina agir û ziyanên wê ji raya giştî re ragihînin.