Li Hewlêrê dîsa sewat: Agir bi 21 tankêran ket

29 gulan 2024 17:52
Li Hewlêrê dîsa sewat: Agir bi 21 tankêran ket

PeyamaKurd - Li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê, di encama şawata tankêrên sotemeniyê de 21 barhilgirên sotemeniyê şewitîn.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd, di derbarê mijarê de diyar kir ku di encama şewata ji ber pêla bilind a elektrîkê de 21 barhilgirên tankêr ên ji bo veguhestina sotemeniyê dihatin bikaranîn şewitîne.

Di derbarê şewata li otoparka barhilgiran a li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê de Şaxewan Seîd ji rojnamevanan re ragihand ku ji ber sedema pêleke bilind a elektrîkê, agir bi 21 tankêran ketiye û 4 ji wan bi temamî şewitîne.

Seîd da zanîn ku di şewatê de kesek jî bi sivikî birîndar bûye.

Şewat: Kirûyeke rûtîn a Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê, ji ber standardên ewlehiyê di asta herî kêm de ne, gellek caran şewatên mezin rû didin. Şaşiyên sazkirina pergalên elektrîkê û nebûna bergirtinên ewlehiyê yên bingehîn, sedemên sereke yên van şewatan in.

Di destpêka vê hefteyê de ji ber şewata li kargeheke gazê ya li Hewlêrê 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Dîsa di destpêka vê mehê de li Bazara Qeyserî ya Hewlêrê şewat derketibû û bi giştî 227 dikan û 7 depoyên keresteyên elektornîkî û cilûbergan şewitîn. Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, ji ber vê şewata mezin nêzîkî 100 kesî birîndar bûne.

Şewata Bazara Qeyseriyê di nava mehekê de duyemîn şewata mezin a Hewlêrê bû. Di meha Avrêlê de agir bi Bazara Lenge ya navdar jî ketibû û beşa cilûbergan bi temamî şewitî bû û bi milyon dolaran ziryana aborî pêk hatibû.