Li Herêma Kurdistanê serbazekî Brîtanî canê xwe ji dest da
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku leşkerekî wan di dema rahênaneke leşkerî de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku di 1ê Hezîranê de hat weşandin de, Wezaretê diyar kir ku bûyer di 31ê Gulanê de qewimiye û malbata leşker hatiye agahdarkirin.
Li ser daxwaza malbatê, hûrgiliyên derbarê nasnameya leşker û bûyerê de heta niha nehatine eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de ji bo mirina leşker rêzgirin anîn ziman û sersaxî ji malbat û hezkiriyên wî re ha xwestin.
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê bûyer wekî "windahiyeke trajîk" bi nav kir.
Heta niha derbarê ka bûyerê de ti agahiyeke din nehatiye dayîn.
