Li Herêma Kurdistanê hejmara miriyên korona gihîst 981 kesan
27 tebax 2020 20:17
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya 27ê Tebaxê ya Wezareta Tenduristiyê, di 24 demjimêrên borî de 409 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 19 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hat ragihandin ku 19 kesên ji Koronayê can dane 11 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê ne.
Bi van amarên dawî re, heta niha li Herêma Kurdistanê 26 hezar û 801 kes bi vîrusa koronayê ketiye, 981 kesan can daye û 16 hezar û 243 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin