Li hemberê seretana (kanser) devê rehmê 7 milyon keç hatin asîkirin

20 hezîran 2024 02:26
Li hemberê seretana (kanser) devê rehmê 7 milyon keç hatin asîkirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê ji bo seretana an ku kansera devê rehmê kêm bikin, 7 milyon keçan aşî (vaccine) kirin. Li seranserê Nîjeryayê di hedefa wan de heye ku heya 2025an 16 milyon keçikan aşî bikin.

Kampanya aşiyê, ji aliyê hukumeta Nîjeryayê, Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) de tê meşandin.

Hevkariya Aşiyê û Berxwedana Bedenê ya Kureyî (GAVI) di daxwuyaniya xwe de aşîkirina an ku deqandina 7 milyon keçan ya di 21 eyaletan de ragihand. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di aşîkirinê de %92 serkeftin heye û weha dewam dike:

“Kampanya di nav 2 hefteyan de hat kirin. Nîjerya ji bo heya sala 2025an ji bo bigihê 16 milyon aşiyan, pêşdeçûnekî baş kir.”

Li Nîjeryayê, di nav jina de, cûreya kansera herî belave ya duyem kansera rehmê ye û bi vê sedemê her sal gelek jin dimrin.