Li gor encama hilbijartinên li Rûsya wê Putin heta 2036an desthilat be

02 tîrmeh 2020 15:37
Li gor encama hilbijartinên li Rûsya wê Putin heta 2036an desthilat be

PeyamaKurd- Hilbijêran li Rûsya, makeqanûna ku wê pêşiya seroktiya Serokwezîrê Rûsya Vladimir Putin heta sala 2036an veke pejirand.  

Hilbijartinên bo makeqanûna ku wê pêşiya seroktiya Putin heta sala 2036an veke, di 1ê Tîrmehê de bi dawî bû.

Ji %78ê hilbêjêrên Rûs berdewamiya seroktiya Putin heta sala 2036an pejirandin û gotin ‘erê’

Lijneya Hilbijartina Rûsya da zanîn ku, ji %65 Rûs tevlî hilbijartina guhertina makeqanûnê bûne.

Ev guhertina makeqanûnê, wê bihêle Putin piştî erka wî ya di 2024an de diqede, 2 serdemên din bikaribe di hilbijartinan de bibe endam.

Çavdêrên Serbixwe yên Hilbijartinan û dijberên Kremlin da zanîn ku, kesên tevlî hilbijartinan bûne zêde tê nîşankirin.