Hilbijartinên Herêma Kurdistanê | Pêvajoya îtirazkirina encaman dest pê kir
PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê “pêvajoya îtîrazê” daye destpêkirin ji bo hemû lîste û namzetên ku ji encaman ne razî ne.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro pêncşemê (31ê cotmeha 2024an) ragihand, di navbera 31ê Cotmeha 2024an û 3yê mijdara 2024an de giliyên derbarê encamên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê de dikarin bên şandin.
Komîsyon giliyên partiyan li ofîsên Herêma Kurdistanê û her wiha li ofîsa niştimanî ya li Bexdayê werdigire.
Her çend li gor rêkarên Komîsyonê tenê 3 roj mohleta wergirtina îtîrazê ye jî, lê ji ber ku sibe betlaneya fermî ye, komîsyonê biryar da ku heta saetên betlaneyê yên roja yekşemê bi dawî bibin, ew dê îtîrazan wergire.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê duh (30ê cotmeha 2024an) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji ofîsa xwe ya li Hewlêrê, encamên dawî yên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin