Li girtîgeheke Tirkiyê 64 girtî bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Girtigeha Buca ya Izmîrê di testa 64 girtiyan de, vîrûsa korona pozîtîf derketiye û ew bi nexweşîya Covid-19 ketine.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê eşkere kir ku li Girtîgeha Bûca, piştî testa girtî H . A ya di 13ê Nîsane de, ku hat diyarkirin ew bi vîrûsê ketiye, test êdî li ser tevahiya girtiyên girtîgehê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê di testa 64 girtiyên din ên nêzî H.A. de jî, vîrûs hatiye dîtin.
Li Tirkiyê hefteya borî yasaya înfazê bi hevkariya partiyên deshilata Tirkiyê MHP-AKPê li parlamenê hatibû pejirandin û bi qasî 90 hezar girtiyên ji tawanên edlî hatibûn berdan, lê ji bo rojnamevan, nivîskar, kesên ji ber ramanên xwe hatine girtin û siyasetmedarên girtî ti gaveke nehat avêtin û nehatin berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin