Li girtîgeha Urmiyê li ber çavê malbatê îskence li girtiyê Kurd kirin

28 hezîran 2021 00:39
Li girtîgeha Urmiyê li ber çavê malbatê îskence li girtiyê Kurd kirin

PeyamaKurd - Malpera Awa Today ragihandiye ku girtiyê siyasî yê Kurd Kamûran Qasimî piştî protestokirina heqaret û neheqiya li hember malbata wî ji hêla rayedarên girtîgehê ve, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hat îşkencekirin.

Malpera Awa Today bi zarê çavkaniyeke girtîgeha Urmiyê ragihand ku endamên îstixbaratê li ber çavê malbata wî lê dane û piştre malbat ji hola civînê derxistine.

Çavkaniyê daye xuyakirin, rêveberê girtîgeha Urmiyeyê Emîr Sihrabî gef xwariye ku dê bersiva çalakiyên girtiyên siyasî yên din bide.

Kamûran Qasimî girtiyekî siyasî yê Kurd e ku 2 sal in girtî ye ku 10 sal ceza lê hatiye birîn.