Li Geverê gur êrîşî pez kir: 50 pez mirar bûn

25 hezîran 2026 15:03

Li Gevera Colemêrgê gurên ji çiyayê daketin deştê êrîş li keriyeke pez kirin. 50 pez mirar bûn.

Li Geverê gur êrîşî pez kir: 50 pez mirar bûn

RûpelNews - Gurên ji çiya û zinaran daketin berê xwe dan gundikê Manisê yê Gevera Colemrgê.

Ji tariya şevê û mijê gurên birçî ketin nav pez û  di encama êrîşê de 50 pez mirar bûn nêzîkî 30 pez jî an birîndar bûn an wenda bûn.

Di nîvê şevê de, şivan û xwediyên pez bi dengên ji keriyê û qêrîna kûçikan rabûn çûn nav pez û dîtin ku pezên wan mirar bûne.

Ji bo dîtina pezên reviya bûn xebat hatin destpêkirin.