Li Geverê bi lerza 3,1 erdhejek pêk çêbû

11 adar 2024 13:13
Li Geverê bi lerza 3,1 erdhejek pêk çêbû

PeyamaKurd – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di saetên sahûrê de bi pileya 3,1 erdhejek çêbû.

Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) derbarê erdhejê de agahî hatin dayîn.

Li gorî agahiyan, hat diyarkirin ku navenda erdhejê di saet 3.37an de li navçeya Colemêrg Geverê 5 kîlometre di bin erdê de bi hêza 3.1 çêbûye.

Hat ragihandin ku di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Li herêmê bi mehan e gelek caran erdhej çêdibin, ji aliyê jeolojnasan ve jî tê diyarkirin ku tê payîn ku li Colemêrgê erdhejeke bi pileya 7 û zêdetir be.