Li Germiyanê du rojan testên Koronayê nayê çêkirin

09 tîrmeh 2020 16:58
Li Germiyanê du rojan testên Koronayê nayê çêkirin

PeyamaKurd - Li gor Rêveberiya Tenduristiya Germiyanê ragihand, du rojan têstên Koronayê nayê çêkirin.

Rêveberiya Renduristiya Germiyanê di daxuyaniyekê de ragihand, li devera Germiyanê du rojan testên Koronayê nayê çêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ji ber şuştina labaratuarê wan ev biryar dane, ji ber wê jî îro (9 Tîrmehê) û sibê (10 Tîrmehê) testên Koronayê nayê çêkirin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Herêma Kurdistanê 8 hezar û 428 kes bi Koronayê ketine. 282 kes ji wan can dane û 3 hezar û 8 kes jî baş bûne.