Wezareta Tenduristiyê daxwaza testên Koronayê ji hemwelatiyan kir
PeyamaKurd – Hişyariyek bo Koronayê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê hat belavkirin û daxwaz ji hemwelatiyan hat kirin, da ku testên Koronayê bikin.
Wezareta Tenduristiyê, îro hişyariyek li ser hesabê xwe yê fermî facebookê belav kir û diyar kir: ‘‘Hemwelatiyên birêz, ger her nîşaneyek di te de hebe, yan eger nîşaneyek nebe jî, lê danûstan li gel pêketiyekî Koronayê kiribe, bo piştrastbûn û dûrketina ji metirsiyê û ji bo selametiya xwe û kesên derdora xwe, bê ku dudil bibî testa Koronayê bike.’’
Wezaretê herwiha da zanîn, testên Koronayê bo zû destnîşankirin û wergirtina çareseriyê ye û rêgirtin li pêşketina şewba Koronayê ya ber bi qonaxeke metirsîdar de gelek girîng e. Tîka dikin test bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin