Li gellek bajarên Kurdistan li dijî Îranê xwepêsandan
23 rêbendan 2024 20:22
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, xwepêşandanên protestoyî yên li diji êrîşa rejîma Îranê ya Hewlêrê ranawestin. Piştî Hewlêr, Duhok û Zaxoyê; li Silêmanî, Soran, Helebce û Ranya jî li dijî rejîma Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Jêderên herêmê ragihandin ku Li Soran, Silêmanî, Helebce û Ranyayê xwepêşandanên li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirin.
Di xwepêşandanên ku danê sibê li Soran, Silêmanî, Helebce û Ranyayê destpê kirin de ji ber êrîşa Hewlêrê ku 4 sivîlan can dabûn û 6 jî birîndar bûbûn, rejîma Îranê bi tûndî hate şermezarkirin.
Di xwepêndanan de gelê herêmê alayên Kurdistan berz kirin û li dijî rejîma Îranê drûşman berz kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li bajarên Sûriyê li dijî rejîm, Rûsya û Îranê xwepêsandan hatin kirin
07 hzr 2020
Jiyan
Vîdeo - Li gelek bajarên Îranê protestoyên dijî rejîmê zêde bûn
21 mjd 2018
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin