Li bajarên Sûriyê li dijî rejîm, Rûsya û Îranê xwepêsandan hatin kirin
PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, li bajarê Siwêdayê li dijî krîza aborî û jiyanî ya li Sûriyê û bihabûna kelûpelên xwarinê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza derketina hêzên Rûsya û Îranê kirin. Li bajarê Tefîs ê parêzgeha Derayê jî xwepêşanderan hilweşîna rejîmê xwest.
Li gorî SOHRê di xwepêşandanê de dirûşmên li dijî hikumeta Sûriyê û Beşar Esed mîna "Sûriye ya me ye û ne ya mala Esed e”, “Gel hilweşîna rejîmê dixwaze" hatin qêreîn û xwepêşandêran daxwaza derketina hêzên Îran û Rûsyayê ji Sûriyê kir.
Herwiha ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramber lîreyê Sûriyê, li gelek bajarên Sûriyê dikan hatine girtin ku krîza aborî kûr bûye.
Dîsa bi sedan xwepêşandêrên bajarê Tefîs ê parêzgeha Deraayê jî di xwepêşandanê de daxwaza başkirina rewşa debarê û hilweşîna rejîmê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin