Rûsya di hêzên taybet ên rejîma Sûriyê de guhertinê dike

11 nîsan 2024 21:42
Rûsya di hêzên taybet ên rejîma Sûriyê de guhertinê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Rûsya ji bo serweriya xwe ya leşkerî li ser rejîma Sûriyê berdewam bike, di hêzên taybet ên Şamê hin guherînan dike.

Li gorî nûçeya rojnameya El Erebî El Cedîd ku bi sernavê "Suhêl El Hesen bû serokê hêzên taybet ên Sûriyeyê" weşaniye, tê gotin; erkdarkirina Suhêl El Hesen fermandarê hêzên taybet ên Şamê, careke din balê dikişîne ser El Hesen ku ev 3 sal in deng ji wê hêzê nedihat.

Rojnameyê daye zanîn, tevî aramiya li eniyan û rawestîna şerên mezin, Suhêl dîsa kete rojevê, lê belê di heman demê de Rûsya dixwaze guhertinan di sazûmaniya saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê de çêke.

Hatiye diyarkirin guherînên di  hikumeta Şamê de ku sala borî û destpêka îsal hatine destpêkirin, di çarçoveya amadekirina "artêşeke pispor" li ser bingeha erkdarkirina xwebexşî têne kirin.