Li Fransayê 11 endamên PKKê hatin cezakirin
15 nîsan 2023 19:58
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê biryar da ku 11 PKKyiyên ku bi sûcdariya “desthilatdarî û fînansekirina terorê” tên darizandin, ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Ev kes ji hefteya borî ve bi endambûna tora komkirina alîkariyan di nav Kurdên diyaspora li başûrê rojhilatê Fransayê de ji bo fînansekirina PKKê têne tawanbarkirin.
Li gor biryara dadgeha Parîsê, bersûc bi tehdîdên curbecur ku di nav wan de dûrxistina civakî jî tê de, ji rêxistina terorê re gelek pere berhev dikin.
Di heman demê de, Dadgehê ji bo piştgirîkirina daxwaza Serdozgerê Komarê, biryar neda ku bersûc bi hinceta 'rewşa penaberiyê' ya piraniya wan li ser axa Fransayê bimînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Nîjeryayê 6 endamên rêxistina IPOBê hatin kustin
25 rbn 2025
Cîhan
2 endamên PCSê bi hinceta endamtiya PKKê hatin girtin, 2 jî hatin berdan
11 trm 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin