Li Farqînê kesekî êrîsî xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû kir

04 berfanbar 2021 00:01
Li Farqînê kesekî êrîsî xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû kir

PeyamaKurd – Li Nexweşxaneya Dewletê navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, kesekî êrîşî xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû kir.

Kesekî li navçeya Farqîn a Diyarbekirê, êrîşî xebatkarê tenduristiyê Cengîz Dogrû yê kirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di saetên nîvro de kesê bi navê Remzî Yîgît ji bo biçe cem bijîjk, ji Dogrû daxwaz dike ku jê re fîş bibire.  Li ser vê Dogrû pirsa randevûya wî heye ya na ji Yîgît dike. Ji ber ku randevûya Yîgît tune ye, Dogrû jê re dibêje ku piştî nexweşên bi randevû biqedin wê wî bigire. Li ser vê Yîgît êrîşî Dogrû dike. 

Li gor zanyariyan, Dogrû ji biriyên xwe birîndar bû û polisên hatin cihê bûyerê Yîgît binçav kirin.