5 xebatkarên tenduristiyê yên lubnanî di êrîsa Îsraîlê de hatin kustin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê êrîşa li dijî rizgarker û xebatkarên alîkariyê şermezar kir
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku 5 xebatkarên tenduristiyê duh çarşemê ji ber êrîşeke Îsraîlê li başûrê Lubnanê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên wê ragihandinê; ew 5 kes li navenda xebatên Parastina Sivîl a li herêma Derdgaya dixebitîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê êrîşa li dijî rizgarker û xebatkarên alîkariyê şermezar kir û bal kişand ser wê yekê ku Îsraîlê careke din qanûnên navneteweyî û peymanên mirovahî binpê kiriye.
Parastina Sivîl a Lubnanê mirina xebatkarên xwe piştrast kir û da zanîn ku ew li ser kare xwe bûn ji bo pêşkêşkirina alîkariyê dema ku êrîşa Îsraîlê pêk dihat.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin