Li Enqereyê kanzayekê hilweşiya

21 tebax 2026 20:07

Li Enqereyê, kanzayekê hilweşiya. Di encama bûyerê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 8 karkeran jî birîndar bûn.

Li Enqereyê kanzayekê hilweşiya

RûpelNews - Li kanzayeke li navçeya Nallihan a Enqerê ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn, erd li ser karkeran hilweşiya. Gelek tîm sewqî cîhê kanzayê hatin kirin.

Li gorî raporên destpêkê, karkerekî jiyana xwe ji dest da û 8 karkeran jî birîndar bûn. Karkerên birîndar piştî dermankirina yekem a bijîşkî rakirin nexweşxaneyê. Digel ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê tîman ve li herêmê berdewam dikin, lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.