Li Êlihê di goristanê de 3 kes bi çek hatin kuştin
Li bajarê Êlihê di goristanekê de ji heman malbatê 3 kes bi çek hatin kuştin.
|
Türkçe
RûpelNews - Li Goristana Asrî ya li navenda Êlihê kesek bi çek êrîş bir ser malbatekê. Di êrîşa çekdarî de Mehmet Direk, kurê wî Ercan Direk û biraziyê wî Bekir Direk hatin gulebarankirin.
Piştî ku dengê guleyan hat bihîstin, niştecihên herêmî polîs agahdar kirin.
Ambûlans û gelek tîmên polîsan ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Polîsan cihê bûyerê dorpêç kir. Tîmên tenduristiyê yên ku gihîştin cihê bûyerê, piştrast kirin ku her sê kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Xizmên qurbaniyan ên ku gihîştin cihê bûyerê bi kurdî şîn girêdan.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
