Li Elazîzê erdhej!
Erdhejek bi mezinahiya 4.0an li navçeya Xox ya Elazîzê qewimî. Li gorî nirxandinên destpêkê, ti ziyanên canî an madî çênebûn.
RûpelNews - Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku erdheja ku navenda wê Xox bû, di saet 22:52an de hatiye tomarkirin.
Li gorî daneyên AFADê, erdhej di kûrahiya 11,47 kîlometreyan de pêk hat.
Erdhej hem li navenda bajarê Elazîzê û hem jî li parêzgeh û navçeyên derdorê hate hîskirin. Piştî erdhejê, ku bû sedema tirs û panîkek demkurt, niştecîh ji bo tedbîrê ji malên xwe derketin derve.
Rayedaran diyar kirin ku di kontrolên destpêkê de ti agahiyên neyînî nehatine wergirtin û destnîşan kirin ku lêkolînên li qadê berdewam in.
