Li Efrînê resenbîrekî Kurd hate revandin!
11 cotmeh 2018 12:11
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku çekdarên girêdayî Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê, rewşenbîrê Kurd Hesen Bozo revandin.
Li gorî agahiyên herêmî, rewşenbîrê Kurd ê navdar Hesen Bozo di 6ê Cotmethê de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li nêzîkî peykerê Kawa, ji aliyê Cebhe el-Şamiyê ve hate revandin.
Li gorî agahiyan, koma çekdar ji Bozo dixwestin ku boriyên avê nû bike. Lewra Bozo di şirketeke boriyan de dixebitî.
Li gorî raporeke Rêxistina Mafên Mirovan ya li Sûriyê, 2340 Kurdên Efrînî hatine girtin û ji van girtiyan 840 kes di girtîgehên Tirkiyê de ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Efrînê endezyarekî Kurd hate revandin!
22 cot 2018
Jiyan
Zarokekî Kurd li Efrînê hate revandin!
15 cot 2018
Cîhan
Li Helebê bi dehan Kurdên Efrînê hatin revandin
04 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin