Li Efrînê 8 kesên din hatin revandin: Çekdar fîdye dixwazin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Mabata ya Efrînê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, 5 welatiyên sivîl revandin. Herwiha li gundê Şaderê yê Efrînê jî 2 kalemêr û pîrejinek hatin revandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji heremê çekdaran, 9ê vê mehê ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê 5 welatî revandin. Navên welatiyên hatine revandin; Ehmed Bekir, Necimdîn Betal, Mihemed Nûrî Seydo, Îsam Mihemed Mûsa û Mustefa Seydo ne.
Herwiha hat diyarkirin ku gelek welatiyên din jî hatine revandin lê heta niha aqûbeta wan ne diyar e.
Li gorî zanyariyan çekdar ji bo serbestberdana kesên revandî ji 150 hezar heta 200 hezer lîreyên Sûriyê wek fîdye dixwazin.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê jî belav kiriye ku koma çekdar Feyleq El Şam ji roja 8ê tebaxê ve 2 kalemêr û pîrejinek ji gundê Şadêrê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine ku navê wan Mihemed Elo Birîmo yê 70 salî, hevjîna wî Fikret ya 60 salî û Reşîd Mihemed Sîdo yê 65 salî ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin