Li Efrînê 4 ji wan jin 6 kes hatin revandin: 2 hezar lîre fîdye dixwazin
PeyamaKurd – Komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li bajarê Efrînê yê dagirkirî 4 ji wan jin 6 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye tê xwestin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê koma çekdar a bi navê Ehrar El-Şerqiye roja 22yê Mijdarê bi ser gundê Baflûrê yê li navçeya Cindirêsê de girt û 4 jin û mêrek revandin.
Navên kesên revandî Edîb Mistefa Ebas, Ayşe Hemo Husên, Emîne Hemîde Henan, Şefîqe Mihemed in. Hat diyarkirin ku ji bo berdana her yekî ji wan koma çekdar 1500 – 2000 Lîreyên Tirkî wekî fîdye dixwaze.
Herwiha heman rêxistinê ragihand ku Polîsê Leşkerî yê Efrînê jî roja 22yê mehê li Efrînê xortê bi navê Hogir Elo yê ji gundê Dîkê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Hêjayî gotinê ye, xelkê resen ê Efrînê di fişareke zêde ya komên çekdar de ne ku ji dema bajar hatiye dagirkirin ve bi dizî, talan, revandin û kuştinan dixwazin wan ji bajêr koçber bikin û ligel malbatên xwe li ser mal û milkên wan rûnin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin