Li Edenê 3 kes ji ber êrisa li ser Rojava hatin girtin
PeyamaKurd - Li Edenê 13 kes ji ber ku li ser torên medyaya civakî li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine, hatin desteserkirin û 3 ji wan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li bajarê Edenê hêzên Tirkiyê duh bi ser gelek malan de girtibûn û di encamê de 13 kes hatibûn desteserkirin.
Ew hes 13 kes ji ber ku li ser torên civakî li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine û nêrînên xwe belav kirine, hatin derxistin bo pêşberî dadgehê.
Li dadgehê 10 ji wan bi mercê kontrol edlî hatin berdan û 3 ji wan jî bi hinceta, ‘belavkirina dijminatiyê di nav xelkê de’ biryara girtinê derbarê wan de hat dayîn û ew bo girtîgehê hatin girtîgehê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin