Li Diyarbekirê sehîdên enfalê hatin bibîranîn
PeyamaKurd - Li Diyarbekirê ji bo bibîranîna salvegera 32’yemîn a Jenosîda Enfalê, ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî ve bernameyek hat lidarxistin. Di bernameya bibîranînê de jenosîd hat şermezarkirin û hat gotin ku jenosîdan nikaribûye pêşî li doza azadiya Kurdan bigire. Di bernameya hevpar de hat diyarkirin ku mizgîna herî watedar a ji bo şehîdên Enfalê, Serxwebûna Kurdistanê ye.
Ji bo bibîranîna şehîdên Enfalê, li Diyarbekirê; ji aliyê Partiyên Kurdistanî yên PAK, PSK û Hereketa Azadî ve daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Piştî daxuyaniyê, li ser dîroka jenosîdên Kurdan û bibîranîna salvegera Xalid Begê Cibrî jî seminer hat dayîn.
Di semînerê de Lêkolîner Tahsîn Sever û Nivîskar Kerem Serhedî agahiyên lêkolînên ku li ser bûyerên li Kurdistanê hatine meşandin da mêvanan.
Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku; piştî 32 salên Jenosîda Enfalê, li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî berdewam dikin, lê van kirinan nikaribûye Gelê Kurd ji doza azadiyê bi paş ve bixe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin