Li Dîlokê şer: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Mezmaxor a Dilokê nakokiyeke ku di navbera zarokan de derketibû, piştî tevlîbûna malbatan veguherî şerê bi kêran. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û pênc kesên din jî birîndar bûn.
RûpelNews - Bûyer li Bulvara Dumlupinarê ya li Taxa Tekstilkentê ya navçeya Mezmaxorê pêk hat. Tê îdiakirin ku şerê di navbera zarokên biyanî de, piştî destwerdana endamên malbatê zû mezin bû. Di nava aliyan de kêr hatin bikaranîn.
Di şer de Ali El Cedlan (25), Ali El Cedlan (21), Muhammed Mergedani (24), İbrahim Mergedani (25), Ahmed El Faraj (22) û Usame Yesirci (22) birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar, piştî destwerdana destpêkê ya tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê, rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Ali El Cedlan (25) ê ku bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû destwerdanên bijîşkî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa yekî ji birîndarên ku niha tên dermankirin, metirsîdar e.
Tîmên polîsan derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh dan destpêkirin.
