Li Dîlokê 2 malbat bi çekan ser kir: 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn

10 îlon 2019 15:36
Li Dîlokê 2 malbat bi çekan ser kir: 3 kes mirin û 5 kes jî  birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê li ser cihê parka otomobîlan di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li qezaya Şahinbey a Dîlokê û li ser cihê parka otomobîlan derket û di navbera du malbatan de pevçûn çêbû û piştre bû şer.

Di şer û pevçûnê de demançe hatin bikaranîn û di encama bikaranîna çekan de, 3 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin, ku birîna 2 kes ji birîndarên wê bûyerê giran e.

Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şahinbey a Zanîngeha Dîlokê hatin veguhestin û di bin çavdêriya pizîşkan de ne.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtin û lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam e.