Li dibistanên Îran û Rojhilat zêdetirî 4 hezar xwendekar û mamoste bi koronayê ketin

16 berfanbar 2021 01:00
Li dibistanên Îran û Rojhilat zêdetirî 4 hezar xwendekar û mamoste bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav du hefteyên dawî de, li dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber berçavnegirtina tedbîrên xweparêziyê zêdetirî 4 hezar xwendekar û mamoste bi koronayê ketine.

Li gorî zanyariyan di 20 rojên derbasbûyî de li parêzgehên Tehranê 2 hezar xwendekar, Xoresanê hezar û 500, li bajarê Kaşan a parêzgeha Îsfehanê 200 xwendekar, parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê 180 xwendekar, li Qumê 150 xwendekar, li Îlamê 15 xwendekar û 4 mamoste û li Luristanê jî 15 xwendekar bi vîrusa koronayê ketine.

Rêveberê Zanistî yê Navenda Rûbirûbûna Kornayê ya rejîma Îranê Vehîd Zakirî li ser belavbûna koronayê di nav xwendekar û mamosteyan de ragihand: “Mixabin di wan dibistanan de rêjeyek pêketiyên bi vîrûsa koronayê hene ku bi sedema berçavnegirtina tedbîrên xweparastinê pê ketine. Helbet ne di dibistaneke taybet û diyarîkirî û li bajarekî tenê  ye, dibe ew amar gîştî ne.”

Wezîrê Navxwe yê Îranê Pasdar Ehmed Vehîdî jî gotiye: “Tevahiya xwendekarên ku temenê wan ser 12 salan e hatine derzîkirin. Xwendekar di heftiyê de 2 rojan li polên hînkariyê bi berçavgirtina rênimayên xweparastinê amade dibin. Heta niha rewşeke xirab a tenduristiyê di dibistanan de çênebûye.”

Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê Muhsin Ferhadî jî îdiayên Wezîrê Navxwe Ehmed Vehîdî, derew derxistine û diyar kiriye: “Hejmarek ji malbatan bi rêya malperên fermî yên wezaterê gilî li ser pêbend nebûna dibistanan bi rênimayên xweparastinê tomar kirine. Piraniya dibistanan pêbendê rênimayên xweparastinê ne ku ji bo wan hatine diyarîkirin.”