Li Deryaya Egeyê du erdhej li pey hev çêbûn

15 gulan 2024 13:00
Li Deryaya Egeyê du erdhej li pey hev çêbûn

PeyamaKurd – Hat qeydkirin ku li Deryaya Egeye bi lerza 4,5 û 3,7an 2 erdhej 3 xulekan ji hev cuda bûn.

Agahiyên derbarê erdhejê de li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat parvekirin.

Li gor agahiyan saet di 04.57an de li peravên Karaburûna Îzmîrê ya li Deryaya Egeyê bi lerza 4,5an erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan pêk hatiye.