Li Derya Egeyê dîsa erdhej çêbûn!

11 mijdar 2023 14:31
Li Derya Egeyê dîsa erdhej çêbûn!

PeyamaKurd – Li peravên Bodruma navçeya Mûglayê ya Derya Egeyê bi lerza 3,6 û 3,8an, 2 deqîqeyan 2 erdhej çêbûn.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) hat dayîn, di saet 04.53 û 04.55an de li peravên navçeya Bodruma Mûglayê ya li Derya Egeyê bi lerza 3,6 û 3,8an erdhejên bi lerza 3,6 û 3,8an pêk hatin.

Hat qeydkirin ku erdheja ewil a li Derya Egeyê 9,2 kilometre di kûrahiya wê de û erdheja duyemîn jî 7,22 kîlometre di bin erdê de pêk hat.