Li Derya Spî bi dijwariya 5.4 û 4.4 pileyan 2 erdhej çêbûn

30 rêbendan 2020 13:26
Li Derya Spî bi dijwariya 5.4 û 4.4 pileyan 2 erdhej çêbûn

Peyamakurd- li navçeya Marmarîsa ser bi parêzgeha Muglayê ve, îro berê sibehê saet 04.28an bi dijwariya 5.4an erehejek pêk hat û piştre jî bi dijwariya 4.4an erdhejeke din çêbû. 

Li gorî ragihandina Seroktiya Afet û Rewşên Lezginiyê (AFAD) li Herêma Dodecaneseyê ya li Derya Spî îro sibehê saet 04.28an bi dijwariya 5.4an erehejek pêk hat û piştre jî bi dijwariya 4.4an erdhejeke din çêbû. 

Hat diyarkirin ku erdhej 11.3km di bin deryayan de pêk hatiye.

Rastaxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê  ragihand ku dijwariya erdhejê 5.6 pileyên rixterê ye û 53 km dûrî Duwazde Giravan û 148 km dûrî Marmarîsê ye.