Li Dêrika Çiyayê Mazî li dêra Ermeniyan pistî 20 salan ayîn hat kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Dêrikê li navça Dêrika Çiyayê Mazî piştî 20 salan ev cara yekêye ku di Dêra Ermenan de ayîn têkirin. Ayîna ku li dêra Ermeniyan ya bi navê Dêra Surp Kevork ya ku temenê wê 371 sale hat kirin, ji aliyê Patrîkê Ermenî ji aliyê Sahak Maşalyan ve hat îdarekirin.
Dêra Dêrikê ku di sala 1650 an de hatiye avakirin, di sala 1915 an de, piştî qanûna tehcîrê dewrî xezîna dewletê kirine lê di sala 1957 an de, ji aliyê cematea Ermenan de car din hatiye kirîn. Piştî dêrê dikirin, li ser navê Gerebêt Keçeci qeydiya wê dikin. Piştî wefata wî dewrî mîrasvanên wî dibe.
Dêr di sala 2004 an de hat nûhkirin. Lê 20 sale ku tê de ayîn nehatiye kirin. Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan bi gelek kesên ji cema’eta Ermeniyan ve yên ku ji Diyarbekir, Îstanbol, Ankara, Îzmîr, Hatayê hatibûn Diyarbekirê û bi merasim Dêra Ermeniyan ya Diyarbekirê vekiribûn û tê de ayîn kiribûn, çûn Dêrikê û bi du malbatên wê derê yên Ermenî re li Dêrê ayîn kirin û dia kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin