Dêra Ermeniyan ya bi navê Surp Gragos ji bo ayînan amade ye
PeyamaKurd – Dêra Ermeniyan ya bi navê Surp Gragos ku dikeve nêzî minara çarling a di nav Sûr a Diyarbekirê, di wexta bûyerên xendeqan de zerara zêde gihayê. Piştî 7 salan dêr niha ji bo ayînan amade ye wê ji xizmetê re bê vekirin.
Di dêrê de ji sala dawiya 2015 an û heya niha ti ayîn nehatiye kirin. Wê dêr sibê ji bo ayînê bê vekirin. Heya niha ji bo dêra Surp Giragos ya Ermeniyan û ji bo dêra Keldaniya ya bi navê Mar Petûn 32 mîlyon pere hatiye serfkirin.
Di 8 ê mehê de bi tevlîbûna wezîrê çandê yê Tirkiyê Mehmet Nuri Ersoy û parêzgerê Diyarbekir ve gelek rêvebirên din wê bi merasim bê vekirin.
Dêr di sala 1376 an de hatiye avakirin û li taxa Fatîh Paşa ye. Heya 2 ê gulana 1915 an ya qanûna tehcîrê an ku koçkirina Ermeniyan, di dêrê de ayînan dikirin. Paşî, di şerê cîhanê yê yekem de bû ciyê leşkerên Alman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin