Li Dêra Zorê 10 çekdarên saneyên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Li gundewarên rojavayê Dêra Zorê, 10 çekdarên şaneyên DAIŞê, di çarçoveya operasyona pêkanîna aramî û ewlehiyê de û bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî hatin girtin.
Têkildarî operasyonê, Navenda Ragihandinê ya QSDê, bi daxuyaniyekê encama dawî eşkere kir.
Li gor daxuyaniyê: “Ji bo bersivdana banga şêniyan û rûspiyên herêmê ya ji ber zêdebûna çalakiyên şaneyên terorîst, me dest bi hemleyekê li gundên Cinînê, Hîsan û mezreyên derdora wan kir.
Di hemleyê de, hêzên beşdar bûne(Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Yekîneyên Antî Terorê) 10 çekdarên ku li herêmên tê de sivîl hene xwe veşartibûn, girtin. Herwiha, me çekên wan jî desteser kirin û ew çek wiha ne;
7 qilêş
7 rextên qilêşê
32 cercorên qilêşê û 6 qutiyên cebilxaneyan
8 dabance tevî alava bêdengiyê.
18 qutiyên cebilxaneya dabanceyan
12 tifingên otomatîk
2 xencer û şûrekî
Em QSDê piştrast dikin ku dê van şaneyên terorîst ji kokê de rakin û herêmê ji gef û êrişên wan ên sûcdarî rizgar bikin. Herwiha bang li tevahî şêniyan dikin ku bi aliyên pêwendîdar re alîkar bin, da ku parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin û aliyên xizmetguzarî, civakî û aborî geş bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin