Li Denizlîyê erdhej!
AFADê ragihand ku li Denizliyê erdhejek bi şîddeta 5.1 pileyî çêbûye.
RûpelNews - Li gorî hesabê fermî yê X ê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarteyan (AFAD), li Denizliyê erdhejek bi şîddeta 5.1 pileyî çêbûye.
Erdhej, ku navenda wê li Buldanê bû, di saet 09:21an de çêbûye.
Erdhej li bajar û navçeyên derdorê, bi taybetî li Îzmîr û Manîsayê, hat hîskirin.
