Li Davosê cî nedan Berhem Salih

22 rêbendan 2019 22:30
Li Davosê cî nedan Berhem Salih

PeyamaKurd - Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê Loqman Feylî ragihand ku di Korbenda Aboriya Cîhanê Davos - 2019 de ji bo Serokomarê Iraqê Berhem Salih ti panelek nehatiye diyarkirin, lê Wezîrê Darayî ji pişka PDKê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm beşdarî panelan dibin.

Di bernameya Davosê ku îro li Swîsreyê dest pe kir de, tenê ji Iraqê Fuad Husên û Mihemed Hekîm beşdarî panelan dibin, lê ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih re ti bernameyek nehatiye danîn ku ew jî ji ber vê yekê beşdarî Davosê nabe.

Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê Loqman Feylî got ku sedema beşdarnebûna Salih nebûna bernameyekê ye û daxuyakirin, roja (24-01-2019) Fuad Husên weke nûnerê Iraqê ligel hevtayê xwe yê Erebistana Siûdiyê di panêlekê de li Davosê di derbarê rola welatên Asya û Rojhilata Navîn de diaxivin.

Heman rojê Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm jî ligel hevtayê xwe yê Urdinî beşdarî panêlekê dibe û derbarê ewlehiya Rojhilata Navîn de diaxivin.