Li Çînê hezaz çêbû: 47 kes mirin

22 rêbendan 2024 15:58
Li Çînê hezaz çêbû: 47 kes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 47 kesên di binê erdê de asê mabûn, di hezaza ku li gundekî parêzgeha Yunnan a başûrê rojavayê Çînê pêk hat de mirin.

Li gorî nûçeya televizyona dewletê CCTV, li gundê Liangshui yê navçeya Jinxiong a bajarê Caotongê di saetên sibehê de erd şemitî.

Hate diyarkirin ku li gund 18 mal di bin axê de mane, ji 47 kesên tê de dijîn agahî nehate girtin û jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên rizgarkirinê zêdeyî 200 kesên li gund dijîn derxistin, lêgerîna wendayan berdewam dike.