Li cîhanê hejmara kesên ku bi Korona ketine 15 milyon derbas kir

22 tîrmeh 2020 13:49
Li cîhanê hejmara kesên ku bi Korona ketine 15 milyon derbas kir

PeyamaKurd - Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihiştiye 15 milyon û 99 hezar û 660 kesan.

Li gorî amarên malpera "Worldometer"ê, heta niha li seranserî cîhanê 15 milyon û 99 hezar û 660 kes bi Korona ketine, 619 hezar û 609 kes bi Korona can dane, 9 milyon û 116 hezar û 460 kes jî baş bûne.

Nexweşî herî zêde li van welatan belav dibe: ‘‘Amerîka, Brezîlya, Hindistan, Rûsya, Başûrê Efrîqayê, Peru, Meksîka, Şîlî, Brîtanya, Îran, Pakistan, Îspanya, Siûdiye, Îtaliya,Tirkiye, Kolombiya, Bangladêş, Almanya, Fransa, Arjentîn, Kanada, Qeter, Iraq, Endonesya, Misir û Çîn.”