Li Bokanê 2 Pêsmerge sehîd bûn, hejmarek pasdarên Îranê jî hatin kustin

21 gulan 2021 19:02
Li Bokanê 2 Pêsmerge sehîd bûn, hejmarek pasdarên Îranê jî hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 20ê Gulanê di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Îranê (PDKÎ) û pasdarên Îranê de şer rû daye.

PDKÎyê ragihandiye ku di şerê ku li ser rêya navbera Bokan-Mahabadê bi pasdarên Îranê re rû daye de, du Pêşmergeyên wan şehîd bûne û hejmarek pasdarên Îranê jî hatine kuştin ku hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Navên wan Pêşmergeyên şehîd Sohrab Khediripour û Enwer Nasirî ne.