Li Binxetê 4 leskerên Amerîkî birîndar bûn

27 tebax 2020 02:55
Li Binxetê 4 leskerên Amerîkî birîndar bûn

PeyamaKurd- Li rojhilatê Sûriyê erebeyeka konwoya dewriya Rûsî li erebeyekî konwoya leşkerên Amerîkayê xist. Di encamê de 4 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Li gor ragihandina CNN a Amerîkayê ku nûçeya xwe dibe ser hinek rêvebirên Amerîkayê dibêje ku leşkerên Rûsyayê bi zanîn li erebeya leşkerên Amerîkayê xistine.

Rêvebir dibêjin ku dema bûyer çêbû, helîkopterekî Rûsyayê gelek nizim difiriya ku ev jî taktîkeka belavkirina leşkerên deverê ye an ku sehayê ye. Di nûçeyê de tê gotin ku wezareta bergiriyê ya Amerîkayê yekser ji bûyerê xeberdar bûye lê heya niha ti agahî nedane çapemeniyê.

Birînên leşkerên Amerîkayê giran nînin û ev cara yekê ye ku bûyerekî weha çêdibe.