Li Bexdayê moseka katyûsa ket û hawînek jî li dîwarê avahiya PDKê ket
12 tebax 2020 19:58
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku moşekeke Katyûşa nêzî herêma Kesk a Bexdayê ketiye û hawinek jî li dîwarê avahiya PDKê ya Bexdayê ketiye.
Li gorî daxuyaniyê ew moşek ji leşkergeha Reşîd a başûrê Bexdayê hatiye avêtin. Derbarê ziyanan de, ti agahî nehat ragihandin. Şaneyê da zanîn ku hêzên ewlekariyê li heman cihî moşekeke din jî dîtine ku ji berdanê re amadekirî bû.
Herwiha hatiye diyarkirin ku hawinek li dîwarê navenda PDKê ya li Bexdayê ket, lê ti ziyanên canî nehatin tomarkirin.
Amerîka ji van êrîşan milîsên alîgirên Îranê tawanbar dike ku gelek caran ew êrîş nêzî Balyozxaneya Amerîkî têne kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkî ya li Bexdayê kirin
01 cot 2024
Jiyan
Ewlehiyê Iraqê: Herêma Kesk a Bexdayê bi 4 mosekan hat armanckirin.
30 tbx 2022
Rojhilata Navîn
Amadekariya bo civîna Tehran û Washingtonê li Bexdayê
28 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin