Li Batmanê ‘Rojên Wêjeya Kurdî’ tên lidarxistin
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê Rojên Wêjeya Kurdî tên lidarxistin ku 25ê Kanûnê dest pê dikin û 5 rojan berdewam dikin.
Li gorî bernameya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê (Batman), Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ve hatiye belavkirin de, 5 rojan panel û çalakiyên wêjeyî têne lidarxistin.
Hat ragihandin ku mêvanê rûmetê yê bernameyê helbestvan Berken Bereh e û çaverêkirin hejmarek nivîskar û helbestvan beşdariyê bikin.
Hemû çalakiyên Rojên Wêjeya Kurdî li Navenda Çandê ya Ahmet Gunşetekîn a girêdayî Şaredariya Êlihê têne lidarxistin.
Di bernameya ku hatiye amadekirin de rojên nîşandana fîlman, guhdarkirina helbestan, gotûbêj, panel û îmzeyan cih digirin. Di gotûbêj, panel û guhdarkirinan de mijarên mîna; "Pêşketina çîroka kurdî", "Di wêjeya kurdî werger", "Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de", "Di zaravayên kurdî de roman", "Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî" ji aliyê nivîskar û helbestvanan ve wê werin nirxandin.
Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî roj bi roj wiha ye:
Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî ku dê di navbera 25-29'ê Kanûnê de bê lidarxistin wiha ye:
Bernameya Roja 1emîn
18.00 Axaftina vekirinê ya Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr
19.00 Şeva hurmetê ya mêvanê rûmetê Berken Bereh: Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cûmhûr Olmez, MÛeyed Teyîp
20.00 Bi mûzikên Agît Işık guhdarkirina helbestan: Selîm Temo, Merdan Newayî, Weysel Tirpan, Roza Metîna
Bernameya Roja 2emîn
13.00 Kovara Rewşenê: Belgefîlm
15.00 Mueyed Teyîp: Îmze û Gotûbêj
17.00 Îmze û Gotûbêj: Ramazan Kavak, M. Şîrîn Bûlga, M. Saît Îmret, Firat Ozdemîr
19.00 Panel: 'Di wêjeya kurdî werger' Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî, Lal Laleş
Bernameya Roja 3emîn
14.00 Belgefîlm: Cegerxîn
17.00 Panel: 'Pêşketina çîroka kurdî' Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman, Mihemed Ronahî,
19.00 Şeva Helbestê: Ramazan Kavak, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn, Îsmaîl Hacanî
Bernameya Roja 4emîn
13.00 Panel Îmze: 'Wêjeya Klasîk' Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak, Hayrûllah Acar,
15.00 Panel Îmze: 'Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de' Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Herdem Merwanî, Xecê Şen
17.00 Panel Îmze: 'Di zaravayên kurdî de roman' Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn, Ferzen Şêr
18.00 Panel Îmze: 'Wêje û Bawerî' Adar Jiyan, Qahir Beteyî, Qedrî Yildirim
Bernameya Roja 5emîn
13.00 Helbest û Gotûbêj: Selîm Temo
15.00 Panel: 'Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî' Şener Ozmen, Remezen Alan,
17.00 Nîşandana Belgefîlma Mîrê Bilûrê/Kavalın Miri
19.00: Panel: 'Folklora Kurdan' Nîhat Gultekin, Bedran Hîkmet, Nûsret Îmîr
21.00 Girtin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin