Li Batmanê qezaya trafîkê çêbû: 2 kesan can dan
25 adar 2022 15:21
PeyamaKurd – Li Batmanê qezaya trafîkê çêbû û di encamê de, 2 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, li Batmanê wesayîta bi pîleqeya 23 HK 638 li ser rêya derdorê ya Guneykentê li wesayîta ku ji aliyê din ve dihat qewimî. Di encamê de 2 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Herwiha piştî qezayê, tîmên tenduristiyê, AFAD û polîs sewqî cihê bûyerê kirin. Wesayîteke ku di qezayê de agir pê ket ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin.
Cenazeyên kesên ku di qezaya trafîkê de can dan, ji bo otopsiya wan bê kirin rakirin Nexwexaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Batmanê. Tîmên tenduristiyê kesê birîndar jî ji bo dermankirinê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Duhokê qezaya trafîkê çêbû, mirî û birîndar hene
17 nsn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin