Li Batmanê Mala Dengbêjan ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin dîsa hat vekirin
PeyamaKurd - Li Batmanê Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 3 sal û nîvan dîsa hat vekirin. Dengbêj Ehmedê Xî da zanîn ku ew çanda dîroka sedên salan berdewam dikin û dê dengbêjên ciwan bigihînin.
Di îlona 2016an de bo Şaredariya Batmanê qeyûm hatibû tayînkirin û wî qeyûmî gelek saziyên çand û hunerê yên şaredariyê girtibûn. Yek ji van saziyên hatibû girtin jî Mala Dengbêjan bû.
Li gorî nûçeya MAyê, Şaredariya Bajarê Batmanê ya di destê HDPê de, ji nû ve Mala Çandê ya Dengbêjan vekir. 2 dengbêjên jin, bi giştî 11 dengbêj li vir xebatên çanda dengbêjiyê birêve dibin.
Her roj du dengbêj mêvanên xwe diezimînin û her roja şemiyê jî dîwana dengbêjan tê danîn û kilam, stran û çîrokan ji beşdaran re dibêjin.
Dengbêj Ehmedê Xî bal kişand ser girîngiya ji nû ve vekirina Mala Dengbêjan û got:
“Bi tayînkirina qeyûm re ewilî saziyên çandê hatin girtin. Girtina saziyan tunekirina çand û hunera kurdî ye. Qeyûm derî girtibû. Lê belê nikaribû ziman û dilê dengbêjan qefle bike. Mala me hat girtin lê em nesekinînin. Me li her deverê kilamên xwe gotin. Me li her cihî vê kevneşopiyê dewam kir û kilamên xwe gotin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin