Li Batmanê încîleke dîrokî ya ji muzexaneya Helebê hatibû dizîn hat desteserkirin

22 cotmeh 2020 17:44
Li Batmanê încîleke dîrokî ya ji muzexaneya Helebê hatibû dizîn hat desteserkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, polîsan bi ser navnîşanekê de girt û încîleke dîrokî ya destnivîsî ku ji muzexaneya bajarê Helebê ya Sûriyê hatibû dizîn destser kirin.

Hat diyarkirin ku încîla ku hatiye desteserkirin bi xetê Ibranî ye û li ser çermê xezalê hatiye nivîsandin.

Navenda Emniyeta Batmanê ragihandiye ku wan piştî bidestxistina agahiyan li ser anîna wê încîla dîrokî ji aliyê qaçaxçiyan ve, operasyonek li Şehîtkamil a Batmanê encam daye û ew încîla dîrokî û giranbiha hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku di operasyonê de 3 kesên gumanbar jî hatine binçavkirin.

Derbarê bihayê wê încîlê de jî hatiye gotin ku texmînî zêdetirî 1 milyon dolaran dike.