Li Batmanê asasê Pirtûkxana Kesk an ku ya ekolojik hat danîn
PeyamaKurd – Bi hevkariya şaredariya Batmanê û wezareta Rewşenbiriyê asasê Pirtûkxana Kesk hat danîn û asas bi merasim hat danîn. Pirtûkxane wê ji bo 250 kesan be. Pirtûkxane wê enerjiya xwe bi xwe hilberîne û hewadarkirina wê dê bi xwezayî be. Seha pirtûkxanê wê 2,600 m2 be.
Pirtûkxane li taxa Gultepeyê tê avakirin û wê yek qat be. Di merasimê de parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp axifî û got:
“Wê pirtûkxane enerjiya xwe bi xwe hilberîne û li banê wê dê depoya avê hebe ku avê bi xwe depo bike û pêdiviya avê bi xwe temîn bike. Pirtûkxane dê li gor pêdiviya xwendevanan be, ji bo lêkolîna akademik bikeve xizmeta Batmaniyan.”
Di merasimê de parlementerê AK yê Batmanê Ferhat Nasıroğlu, rêvebirên dezgeyan û hemwelatî hebûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin